Îranê kuştina fermandarekî din jî piştrast kir
Fermandariya Artêşa Pasdaran a Îranê piştrast kir ku cîgirê serokê beşa îstîxbaratê ya hêzên wan ên deryayî Serdan Behnam Ridayî hatiye kuştin.
Fermandariya Artêşa Pasdaran a Îranê piştrast kir ku cîgirê serokê beşa îstîxbaratê ya hêzên wan ên deryayî Serdan Behnam Ridayî hatiye kuştin.
Fermandariya Artêşa Pasdaran a Îranê daxuyaniyek weşand û ragihand ku cîgirê serokê beşa îstîxbaratê ya hêzên deryayî yên artêşa wan Serdan Behnam Ridayî hatiye kuştin.
Fermandariyê daxuyand ku “dê bi xurtî bersiva kuştinan bide.”
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya 26'ê Adarê de ragihandibû ku cîgirê serokê beşa îstîxbaratê ya hêzên wan ên deryayî yên Pasdarên Şoreşa Îslamî hatiye kuştin.
Heman rojê, Wezîrê Parastinê yê Israeli Îsrael Katz ragihandibû ku fermandarê hêzên deryayî yên Pasdarên Şoreşê yê Îranê Elî Riza Tengsirî hatiye kuştin. Îranê jî di 30'ê Adarê de kuştina Tensirî piştrast kiribû.