Îranê ji bo bidawîbûna şer şeş şert danî holê

Li gel dewamiya şer a li Rojhilata Navîn, danûstandinên dîplomatîk ên navbera aliyan jî diyar dibe. Li gorî çapemeniya Îsraîlê, Îran ji bo bidawîkirina şer şertên xwe danî holê û li daxwazên DYE'yê nayên.

Li gorî televîzyona Channel 12 a li Îsraîlê weşanê dike, rêveberiya Tehranê ji bo bidawîkirina şer şeş şertên bingehîn da pêş.

Ev şert jî bi vî rengî ne:

- Kontrola li ser Tengava Hurmuzê û wergirtina bacê ji derbasbûnê

- Garantî bê dayin ku jinûve şer neyê destpêkirin

- Êrişên Îsraîlê yên li ser Hîzbûllahê bêne rawestandin

- Hemû pêkanînên li ser Îranê bi temamî bêne rakirin

- Bernameya fuzeyên balîstîk bêyî astengiyekê dewam bike

- Ji bo zerarên ji ber şer rû dan tazmînat bêne dayin

LI DAXWAZÊN DEWLETÊN YEKBÛYÎ YÊN EMERÎKAYÊ NAYÊ

Li aliyê din, plana ji 15 xalan a ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) beriya niha pêşkêş kiribû û daxwazên Îranê dûrî ji hev in.

Rêveberiya Washingtonê bi taybetî van daxwazan ji Îranê dike:

- Ûranyûma dewlemendkirî ya li ber destê xwe radest bike

- Hin navendên nukleerê ji hev bêne xistin

- Piştgiriya bi komên hevalbend ên weke Hîzbûllahê bê birîn

- Kapasîteya fuzeyê bê bisînorkirin