Îranê hişyariya ’bedela giran’ da Îsraîl û DYA’yê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî daxuyand ku Îran piştî êrîşên li ser kargehên pola û tesîsên nukleerî yên sivîl wê bersivê bide Îsraîl Û DYE’yê.

Îranê piştî êrîşên li ser hedefên stratejîk ên li welêt soza bersivdanê da Îsraîl û DYE’yê.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî roja Înê diyar kir ku piştî êrîşên li ser kargehên pola, santralek elektrîkê û tesîsên nukleerî yên sivîl ên li Îranê, got "Îsraîl ji ber sûcên xwe wê bedelên giran bide”.

 Eraqçî li ser platforma X’ê got, "Îsraîlê bi tesîsên binesaziyên fin re êrîşî du kargehên pola yên Îranê, santralek enerjiyê û tesîsên nukleerî yên sivîl, kir”. Arakçî îdia kir ku êrîş bi hevkariya DYE’yê re hatine kirin û êrîş şermezar kir.

Her wiha Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê bang li karkerên li tesîsên pîşesaziyê yên li herêmê ku têildarî DYE û Îsraîlê ne kir ku ji herêman derkevin. Di saxuyaniyê that diyarkirin ku ew ê bersiva êrîşan bidin.

Dîrektorê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Grossi jî piştî êrîşên Îsraîl û DYE’yê yên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê, banga xwe ya ji bo “xwînsariya” leşkerî dubare kir.

IAEA’yê ragihand ku agahiya ku santrala Arkadan a li parêzgeha Yezdê "îro" hatiye hedefgirtin girtiye. Saziyê destnîşan kir ku li dora tesîsê ti zêdebûna asta radyasyonê nehatiye çavdêrîkirin.

Grossi bang li hemû aliyan kir kuji bo pêşî li qezayên gengaz bigirin, bi baldarî û berpirsiyarî tevbigerin.