Îranê hişyarî da DYE’yê: Heke êriş çêbe, em ê bersiveke hevseng bidin

Nûnerê Îranê yê NY’yê Îravanî gefên Trump wekî teşwîqkirina sûcên şer bi nav kir, li Kuweytê banga derneketina derve hat kirin, DYA’yê jî welatiyên xwe ji bo geşta Hecê hişyar kir.

Îranê li dijî gefên êrişê yên Serokê DYE’yê Donald Trump bertekeke tund nîşan da. Nûnerê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî Emîr Saîd Îravanî ragihand ku Tahran dê li dijî êrişeke gengaz bi awayekî “tavilê û hevseng” bersivê bide.

Îravanî diyar kir ku gotinên Trump ên derbarê "heke Îran peymanê neke dê hemû şaristanî tune bibe" de, tê wateya teşwîqkirina sûcên şer û heta jenosîdeke potansiyel. Îravanî di axaftina xwe ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de bang li civaka navneteweyî kir û got ku divê ev gotin werin şermezarkirin.

Îravanî got, “Em ê li hemberî sûcên bi vî rengî yên giran bêdeng nemînin. Em ê bêyî dudilî mafê xwe yê xweparastinê bikar bînin.”

Di demekê de ku li herêmê rageşî zêde dibe, Wezareta Karên Hundir a Kuweytê ji welatiyan xwest ku roja çarşemê ji demjimêr nîvê şevê heta 06.00ê sibehê di malên xwe de bimînin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev tevdîra pêşîlêgir bi armanca dabînkirina ewlehî û parastina îstîqrarê hatî girtin.

Li aliyê din, Balyozxaneya DYE’yê ya li Riyadê jî ji ber sedemên ewlekariyê hişyariya geştê da welatiyên xwe. Di daxuyaniyê de ji ber rageşiya berdewam û astengiyên gengaz ên di çûnûhatinê de, ji Amerîkayiyan re hat pêşniyarkirin ku serdana xwe ya Hecê ya îsal ji nû ve binirxînin.