Artêşa Îranê, gefa ku ew ê otel û tesîsên li Rojhilata Navîn ên ku leşkerên Emerîkî dihewînin, hedef bigirin, xwar.
Berdevkê Hêzên Çekdar ê Îranê Ebulfazl Şekarçî, ji televîzyona dewletê re axivî û diyar kir ku tesîsên sivîl ku leşkerên Emerîkayê dihewînin dê bibin hedefa wan ê leşkerî û got, “Otelek ku leşkerên DYE bihewîne, di çavên me de ew otel otela Emerîkayê ye.”
LIBNAN, SÛRIYE, BAHREYN Û MÎRNIŞÎNÊN EREBÎ YÊN YEKBÛYÎ NÎŞAN DA
Ajansa Nûçeyan a Fars, di nûçeyek ku dispêre çavkaniyên bênav de da zanîn ku Tehran bi taybetî ji bo otelên li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Bahreyn hişyariyên ‘tund’ daye.
Her wiha hat diyar kirin ku hin cihên ku li Sûriyê, Libnan û Cibutî ji hêla leşkerên Emerîkî ve tên bikar anîn, tên şopandin.
HERÊMA BALAFIRGEHA KEVN A BEYRÛDÊ
Fars her wiha îdîayek din ku dispêre çavkaniyên ewlehiyê, dibêje ku ‘tesîsa lojîstîkê’ ya li balafirgeha kevn a Beyrûdê ku tê îdîakirin leşker û personelên Emerîka lê bi cih bûne, di bin gefê de ye.
Lê behsa kîjan tesîsê dikin hê ne zelal e.
‘LI ŞÛNA BAREGEHÊN LEŞKERÎ YÊN DYE, OTEL Û OFÎSAN HEDEF DIGIRIN’
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Îranê ji 28’ê Sibatê û vir ve çend caran baregehên Emerîkî yên li herêmê wekî bersiva li hember êrîşên DYE û Îsraîlê hedef girtiye.
Hat diyar kirin ku, piştî bersivdana Îranê hin leşkerên DYE ji ber sedemên ewlehiyê li şûna baregehan, li otêl û ofîsan dest bi xebatê kirine. Ev yek ji aliyê rayedar û leşkerên ku bi New York Times re axivîn ve hat piştrast kirin.
ÎRAN BANGA ‘JI HÊZÊN DYE DÛR BISEKININ’ LI SIVÎLAN KIR
Muhafizên Şoreşê yên Îranê, ji sivîlan xwest ku ji deverên Rojhilata Navîn ên ku hêzên Emerîkî lê ne, dûr bisekinin.
Di daxuyaniya ku li ser malpera Sepah Newsê hat weşandin de, hêzên DYE û Îsraîlê wek ‘tirsonek’ hat pênase kirin û hat îdîa kirin ku ‘ew qadên sivîl û mirovên bêguneh weke mertalên zindî bikar tînin.’