Fermandariya Hêzên Navendî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (CENTCOM) ragihand ku êrişên hewayî yên şeva dehemîn ên li ser Îranê bi dawî bûye. Di daxuyaniyê de hate gotin, êriş li ser navendên fermandariya leşkerî, kapasîteya deryayî, nuqteyên fuze û balafirên bêmirov û sîstema parastina hewayî ya Îranê hatiye kirin.
CENTCOM'ê diyar kir ku armanc ji êrişan lawazkirina kapasîteya êrişan a Îranê ya li hemberî keştiyên bazirganiyan ên li Tengava Hurmuzê ye.
BAREGEHÊN DYE'YÊ YÊN LIL BAHREYN Û KÛWEYTÊ BÛN HEDEF
Muxafizên Şoreşê yên Îranê bi rêya ajansa nûçeyan a fermî IRNA'yê daxuyanî da û ragihand ku wan êriş birine ser hedefên leşkerî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên li Bahreyn û Kûweytê.
Li gorî daxuyaniyê li Bahreynê sîstemên parastina hewayî û tesîsên radarê yên li du baregehên DYE'yê, li Kûweytê jî sîstema fuzeyan a ji bo parastinê û sîstema peykê hatine bombekirin.
Muxafizên Şoreşê bi gotina, "Divê dijmin ji pêlên hîn xurtir û bi biryar ên êrişan ên bi fuzeyan û balafirên bêmirov amade bike" di mijara êrişên nû de hişyarî da Washingtonê.
Di daxuyaniyeke din a televîzyona dewletê ya Îranê de hate gotin, artêşa Îranê bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî êriş biriye ser sê baregehên girîng ên DYE'yê yên li Kûweytê.
LI TENGAVA HURMUZÊ DU TANKERÊN PETROLÊ HATIN RAWESTANDIN
Muxafizên Şoreşê yên Îranê her wiha ragihand ku li Tengava Hurmuzê 2 tankerên petrolê hatin rawestandin ku hewl dida ji "rêgeha başûr" a ku rêveberiya Tehranê nas nake derbas bibin.
Di daxuyaniyê de ku ji aliyê IRNA'yê ve hate ragihandin, teqînên li tankeran bû sedema şewateke mezin û piştî vê jî keştî hatin rawestandin.
JI HÛSIYAN DORPÊÇA DERYAYÎ YA LI SER EREBISTANA SIÛDÎ
Di demekê de ku şerê navbera DYE û Îranê gur bûye, Hûsiyên li Yemenê ku Îran piştgiriya wan dike, ragihand ku dorpêça deryayî danîne ser Erebistana Siûdî.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stéphane Dujarric diyar kir ku ev bûyera gefê li trafîka deryayî dixwe, dibe ku rageşiya herêmî zêdetir bike û banga "Divê rageşî tavilê bê rawestandin" li aliyan kir.