Îranê cezayên darvekirinê û girtîgehê ku ji xwepêşandaran re hat dayîn, erê kir

Zextên Îranê yên li dijî xwepêşandaran re dewam dike. Cezayê darvekirinê ku li xwepêşandarekî hat birîn, hat erêkirin û cezayê girtîgehê jî li xwepêşandereke jin hat birîn.

Navenda Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê derbarê cezakirina du xwepêşanderên dawî yên gelên Îranê ya ji aliyê rejîmê ve raporek weşand.

Di raporê de hat diyar kirin ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê xwepêşanderekî bi navê Mihemed Ebasî û cezayê 25 sal yê girtîgehê yê keça wî Fatma Ebasî pejirandiye.

Hate gotin ku her du xwepêşander di girtîgehên Qizilhesar a Kerecê û Evînê de têne ragirtin. Tê gotin di dema lêpirsînê de rastî zext û êşkenceyên giran hatine û nehiştine ku parêzerên xwe bibînin.

Hêjayî gotinê ye ku Mihemed Ebasî (55 salî) û keça wî Fatma Ebasî (34 salî), di dema xwepêşandanên meha Kanûna 2025’an de ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaata Îranê ve hatibûn girtin. Paşê ji aliyê Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi serokatiya Qasim Selawatî, bi tometa “têkdana ewlehiya neteweyî” cezayê darvekirinê û girtîgehê li wan hatibû birîn.