Îran, ji bo Tengava Hurmizê biryarek nû girt
Îranê, biryareke nû da û ragihand ku hemû keştiyên petrolê yên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin, divê baca derbasbûnê bidin.
Îranê, biryareke nû da û ragihand ku hemû keştiyên petrolê yên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin, divê baca derbasbûnê bidin.
Piştî ku muzakeyerên di navbera Îran û Emerîkayê de bêyî ku bigihin lihevkirinekê bi dawî bûn, rageşiya di navbera Îran û Emerîkayê de her saeta diçe zêdetir dibe.
Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Parlamenta Îranê biryareke nû derbarê Tevgera Hurmizê de girt.
Li gorî biryarê ji niha û pê ve, divê hemû keştiyên petrolê yên ku dikevin tengavê, li gorî sîstemeke nû ya çavdêriyê baca derbasbûnê bidin.
Li gorî vê biryarê ji bo derbasbûna hin keştiyên petrolê yên mezin, divê 2 milyon dolar wekî bac bidin Îranê, ev jî tê wê wateyê ku ji bo her bermîleke petrolê dolarek tê wergirtin.
Li gorî biyarê her keştiyek baca xwe nede, dê destûr neyê dayîn ku di nav herêmên avî re derbas bibe.
Biryara Îranê wekî kartekî zextê ya li dijî cezayên Emerîkayê tê nirxandin. Ji ber ku Tengava Hurmizê yek ji girîngtirîn rêyên avî yên cîhanê ya ji bo veguhestina petrolê ye.
Ev biryar dibe sedema bilindbûna bihayê enerjiyê di bazarên cîhanî de. Her wiha tê pêşbînîkirin ku ev yek aloziyên di navbera Emerîka û Îranê de zêdetir bike û bibe sedema hêrsa zêdetir a Emerîkayê.