Îran hêzên xwe yên leşkerî li Rojhilatê Kurdistanê zêde dike
Îranê yekîneyên leşkerî yên nû sewqî xeta sînor a Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û bajarê Merîwan kir.
Îranê yekîneyên leşkerî yên nû sewqî xeta sînor a Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û bajarê Merîwan kir.
Şerê di navbera Îran û Îsraîl-DYE’yê de, 24 roj in dewam dike. Li gorî agahiyên herêmê û medyaya Rojhilatê Kurdistanê, dewleta Îran hêzên xwe yên li herêmên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir dike.
Tê gotin di nava 3 rojên borî de, Îranê hêzek zêdetir li bajarê Merîwan, ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kudistanê, herwiha li çiyayên Surenê ku dikeve beramberî navçeya Seyîdsadiq a Başûrê Kurdistanê, bicih kiriye.
Li gorî çavkaniyan, Îran bi bicihkirina hêzên xwe ya li çiyayan, dixwaze xwe ji êrişên hewayî biparêze.