Îranê ragihand ku eger daxwazên wan ên ji bo rawestandina operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li Libnan û Xezayê neyên cih, ew ê bi DYE'yê re tu hevdîtineke aştiyê nemeşînin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Tasnimê ku bi nêzîkatiya xwe ya bi Supaya Pasdarên Îranê re tê naskirin, şandeya danûstandinan a Îranê ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê, ji pêvajoya pevguhartina peyamên bi DYE'yê re ku di ser navbeynkaran re dihat meşandin, vekişiya.
Televîzyona dewletê ya Îranê jî ragihand ku eger operasyonên Îsraîlê berdewam bikin, dibetiyeke mezin e ku agirbesta di navbera Tehran û Washingtonê de bi dawî bibe. Di nûçeya Tasnimê de her wiha hat diyarkirin ku Îran û hêzên ku wekî “eniya berxwedanê” pênase dike, li ser zêdekirina zextê ya li ser xalên derbasbûnê yên stratejîk ên li herêmê û di serî de jî li Tengava Hurmuzê dinirxînin.
Hat eşkere kirin ku Hûsiyên li Yemenê yên ku hevalbendên Îranê ne jî di vê çarçoveyê de tên bibîranîn. Li aliyê din hat ragihandin ku Serokê Parlamena Libnanê Nebîh Berrî, peyamek ji rêveberiya DYE'yê re şandiye ku Hîzbullah ji bo agirbesteke tam û lezgîn a bi Îsraîlê re amade ye.