Îran: Em bi ser ketin

Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê piştî şerê pênc hefteyan ê li hemberî Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê 'serketin' ragihand. Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku DYE'yê plana aştiyê ya ji 10 xalan a Îranê qebûl kiriye.

ŞERÊ DYE-ÎRANÊ

Di daxuyaniya konseyê de gelê Îranê ji ber "berxwedana xwe" hate pîrozkirin û hate destnîşankirin ku encama bi dest ketiye serketin e. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Heta ku detayên serketinê zelal bibin divê rayedar û gel di nava yekîtiyê de bin û bi biryar bin."

Tê gotin, di nava plana ku Îranê pêşkêş kiriye de sernavên weke; garantiya DYE'yê ya ku êrişî Îranê neke, kontrola Îranê ya li ser Tengava Hurmuzê bê naskirin, ji bo windahiyên aborî yên ji ber şer tazmînat bê dayin, hene.