Îran dixwaze girtiyan bişîne qadên şer

Navenda Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku rejîmam Îranê dixwaze di bin navê "dilxwaziyê" de girtiyan bişîne herêmên şer.

Navenda Mafên Mirovan a Îranê di derbarê siyasetek nû ya rejîma Îranê ya ji bo tinekirina girtiyan de agahiyên nû belav kir.

Li gor nûçeyê, berpirsên girtîgehên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxwaz ji girtiyan kirine ku navên xwe wek ‘hêza xwebexş’ binivîsin û hewl dane bi rêya zextan û gefan girtiyan bişînin deverên ku metirsiya şer lê hene. Ev dever jî Girava Xark û parêzgeha Hurmuzgan in. Hatiye diyarkirin ku piraniya girtiyan li beramberî van zextan derketine û ev daxwaz red kirine.

Hatiye diyarkirin ku piştî girtî li dijî vê hewldanê derketine, berpirsên girtîgehan jî gef li girtiyan xwarine û gotine kesên ku ev daxwaz red bikin, wê rûbirûyê cezayên tûnd bibin û ji mafên xwe yên sereke yên nava girtîgehê werin bêparhiştin.

Çavdêrên siyasî didin diyarkirin ku hewldanên bi vî rengî, nîşan dide rejîma Îranê di peydakirina hêza mirovî ya ji bo parastinê de pirsgirêk û qeyranên mezin jiyan dike.