Li Rojhilata Navîn daxuyaniyên hevbeş û êrîşên berdewam dikin, nediyariya li ser pêşeroja agirbestê zêde dike. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal got ku divê DYE di navbera agirbestê û şerê bi rêya Îsraîlê tê berdewamkirin de hilbijartinekê bike.
Arakçî got, "Şert û mercên ji bo agirbesta Îran-DYE zelal û vekirî ne: divê DYE di navbera agirbestê yan şerê bi rêya Îsraîlê nerdewam dike de hilbiajritnekê bike. Nabe herduyan jî bi hev re bimeşîne.”
Arakçî bal kişand ser êrîşên li Lubnanê û diyar kir ku civaka navneteweyî geşedanan temaşe dike û got, "Cîhan komkujiyên li Lubnanê dibîne. Êdî top li qada DYE’yê ye.”
Di parvekirina Arakçî de cih da daxuyaniya Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf a ku agirbestê ragihand. Şerîf diyar kiribû ku Îran û DYE bi hevalbendên xwe re li ser agirbesteke berfireh ku Lubnanê jî digire nav xwe li hev kirine.
Lê Koşka Spî ragihand ku Lubnan di peymana agirbestê de cih negirtiye Bi vê daxuyaniyê re bal kişand ser geşedanên li qadê û nakokiyên wê. Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên li seranserê Lubnanê hatin kirin de herî kêm 254 kes jiyana xwe ji dest dane.
Pasdarên Şoreşê yên Îranê jî diyar kiribû ku heke êrîşên li ser Lubnanê berdewam bikin, ew êbersivê bidin hem DYE û hem jî Îsraîlê.