Îran cenazeyên girtiyên siyasî radestî malbatên wan nake

Di serê meha Nîsanê de 6 girtiyên siyasî ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin. Lê heta niha cenazeyên wan radestî malbatên wan nekirine.

Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA têkildarî aqûbeta cenazeyê her 6 girtiyên siyasî yên ji aliyê Îranê ve hatine darvekirin, agahiyan belav kir.

Hate diyarkirin ku cenazeyê 6 girtiyên siyasî yên ji aliyê Îranê ve hatine darvekirin Ekber Danişwerkar, Mihemed Teqewî, Babek Elîpûr, Pûya Qubadî, Ebûhesen Muntezer û Wehîd Benî Amîryan, tevî ku zêdetirî hefteyekê bi ser darvekirina wan re derbas bûye, hîna jî dewleta Îranê wan radestî malbatên wan ne kirine.

HRANA destnîşan kir ku malbatên wan girtiyên siyasî fikarên xwe anîne ziman û daxwaza wergirtina cenazeyên wan dikin.

Hêjayî gotinê ye ku 6 girtiyên siyasî di payîza sala 2022’yan de ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbarata Îranê ve hatibûn girtin û di meha Çileya sala 2023’yan de ji aliyê Şaxê 26 yê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi serokatiya dadwer Îman Efşarî, bi tohmeta ‘endamtiya komên opozîsyonê û serhildanê’ cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn. Her 6 girtiyên siyasî di serê meha Nîsanê de hatin darvekirin.

Bi destpêkirina şerê navbera Emerîka-Îsraîl û Îranê re, dewleta Îranê darvekirina girtiyên siyasî û xwepêşanderên dawî yên gelên Îranê, wekî tolhildanekê ji bo bêdengkirina dengê kolanê zêdetir kiriye.