Îran-Îsraîl-DYE li hev dixin û gefan li hev dixwin

Di şerê Îsraîl-DYE-Îranê de êriş dewam dikin. Li welatên herêmê jî rageşî bilind dibe. Di êrişan de sivîl û zarok jiyana xwe ji dest didin.

Şerê Navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE)-Îsraîl û Îranê di roja 24'emîn de bi êrişên li ser hev û li welatên herêmê dewam dike. Doh jî di êrişan de bombe li navendên nukleerê hatin barandin.

ÎRANÊ JI WELATÊN KENDAVÊ RE GOT: TELEFONÊN XWE ŞARJ BIKIN

Serokê DYE'yê Donald Trump ji bo vekirina Tengava Hurmuzê 48 saet dem dabû Îranê. Piştî vê gefxwarinê Alîkarê Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan Îsmaîl Sekab Îsfahanî ji bo gelê li Îsraîlê û welatên Kendavê got, "Di nava 48 saetan de avê depo bikin û telefonên xwe şarj bikin." Alîkarê destpêkê yê Serokkomarê Îranê Mûhammed Riza Arîf jî got, "Êrişek li ser binesaziya Îranê wê bibe sedem ku li herêmê elektrîk bê birîn" û hişyariya bersivdanê da.

MUXAFIZÊN ŞOREŞÊ BERSIV DAN TRUMP: EM Ê TENGAVÊ BIGIRIN

Muxafizên Şoreşê jî bersiv da gefa Trump a li ser vekirina Tengava Hurmuzê. Di daxuyaniyê de hate gotin, eger êriş li ser santralên enerjiyê yên Îranê bê kirin, wê bersivê bidin santralên enerjiyê yên elektrîkê yên li Kendavê ku elektrîkê didin baregehên DYE'yê û Tengava Hurmuzê bi tmamî bigirin.

ÊRIŞÊN LI SER ÎSRAÎLÊ ROJA YEKŞEMÊ JÎ DEWAM KIR

Di êrişên bi fuzeyên balîstîk de êvara Şemiyê li bajarên Dimona û Arad ên Îsraîlê zêdeyî 160 kes birîndar bûbûn. Sibeha Yekşemê jî li herdu bajaran di êrişên nû de 15 kes birîndar bûn.

Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) diyar kir ku li navenda nukleerê ya bi 13 kîlometreyî dûrî Dimonayê wan xisarek tespît nekirine. Îranê ragihandibû ku êrişa li ser navenda nukleerê ya navborî weke bersiva li êrişa li ser navenda nukleerê ya Natanzê ya li Îranê hatiye kirin.

NETANYAHU: EM Ê LI MUXAFIZÊN ŞOREŞÊ BIXIN

Piştî êrişên giran ên li ser Îsraîlê, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ji rojnamevanan re axivî û got, "Em ê li rejîmê bixin. Em ê li Artêşa Muxafizên Şoreşê bixin ku çeteya sûc e. Em ê li wan, li lîder û navendên wan, li hebûneyên wan ên malî bixin." Netanyahû ji lîderên Ewropayê re jî got, "Êdî xwedî wê kapasîteyê ne ku xwe bigihînin nava Ewropayê; ji mêj ve êriş li ser Ewropayê, li ser Qibrisê hate kirin. Her kesî dixin lîsteya êrişê."

ÎSRAÎL ÊRIŞÊN LI SER HÎZBÛLLAHÊ BERFIREH DIKE

Serokê Fermandariya Giştî ya Îsraîlê Korgeneral Eyal Zamir anî ziman ku opoerasyoneke bejahî ay li hemberî Hîzbûllah a li Lubnanê wê bibe operasyoneke demdirêj. Piştre jî êriş li ser nuqteyên derbasbûnê yên li Çemê Litani hate xistin. Her wiha xisar li pireke bi navê Kasimiye ya li nêzî bajarê Sûrê hate kirin.

LI LUBNANÊ ZÊDEYÎ HEZAR KES MIRIN

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ji 28'ê Sibatê destpêkirina şer û vir ve zêdeyî hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. 118 ji wan zarok, 40 jî xebatkarên tenduristiyê bûn.

XAKA IRAQÊ JÎ DI HEDEFÊ DE YE

Li aliyê din DYE li Heşdî Şabî dixe, li aliyê din jî komên Eniya Mûkavemet ên ser bi îranê êrişê dibin ser nuqteyên leşkerî yên Emerîkî yênl i Iraqê. Doh hêzên koalîsyonê û baregeha Victoria ya li nava Balafirgeha Bexdayê bûn hedef. Hate ragihandin ku di êrişê de 2 endamên têkoşîna li dijî terorê birîndar bûn. Hêzên DYE'yê jî li herêma Curf es Sahr a li wîlayeta Babîlê bombe li baregeha Heşdî Şabî barandin.

LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ TEQÎNÊN MEZIN

Balafirên şer ên Îsraîl û DYE'yê li Rojhilatê Kurdistanê li nuqteyên leşkerî yên Îranê xistin. Li Leşkergehên li derdora Ûrmiyeyê û li bajarê Salas e Baacanî yê li wîlayeta Kirmaşanê teqînên mezin rû dan. Hate ragihandin ku hin wargehên sivîlan bûne hedef û xanî hilweşiyane. Rêveberiya Îranê jî peyamên gefxwarinê li hemberî kampên partiyên Kurd ên Rojhilatî yên li Başûrê Kurdistanê weşand.