Di nûçeyê de hate gotin ku peyka bi navê “TEE-01B” ji aliyê Earth Eye Co a Çînî ve hatiye avakirin û avêtin û piştre ji aliyê yekîneya hewa û fezayê ya Muhafizên Şoreşa Îranê ve hatiye dewrgirtin. Rojnameyê îdîayên xwe spartin belgeyên aîdî Îranê, dîmenên peykê û analîzên koordînatan.
Li gorî îdîayê, fermandarên Îranî li gel bikaranîna vê peykê çavdêriya tesîsên leşkerî yên DYE’yên li Rojhilata Navîn kirine. Hate diyarkirin ku dîmenên peykê beriya û piştî êrîşên bi wesatiyên bêmirov û bi moşekan ên di meha Adarê de hatine girtin.
Di nava xalên ku ji aliyê peykê ve hatine çavdêrîkirin de Baregeha Hewayî ya Prince Sultan, Baregeha Hewayî ya Muwaffaq Salti, derdora 5’emîn Fîloya DYE’yê ya li Manamayê û derdorên Hewlêrê cih digirin. Di 14’ê Adarê de Serokê DYE’yê Donald Trump piştrast kiribû hin balafirên DYE’yê yên li baregeha Prince Sultanê hatine hedefgirtin.
Her wiha di nûçeyê de hate îdîakirin ku di çarçoveya lihevkirina di navbera Îran û Çînê de gihaniya stasyonên erdî yên ji aliyê Emposatê ve têne xebitandin pêk hatiye. Hate diyarkirin ku ev tor li Asya, Emerîkaya Latîn û herêmên din dixebite.
Koşka Spî, CIA, Pentagon û wezaretên Karên Derve û Parastinê yên Çînê têkildarî îdîayan tu daxuyanî nedan.
Balyozxaneya Washingtonê ya Çînê têkildarî nûçeya berbehs ev yek anîn ziman: ‘’Bi awayekî teqez em li dijî wê yekê ne ku hin alî têkildarî Çînê serî li belavkirina naverokên ne rast û spekulatîf didin.’’
Serokê DYE’yê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya dawiya hefteyê de hişyariya ku ger Çîn pergala xwe ya parastina hewayî bide Îranê wê bi ‘’encamên cidî’’ re rû bi rû bimîne, dabû.