Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê têkildarî rêze êrîşên duh bi şev li bajarê Silêmaniyê hatîn pêkanîn, daxuyaniyek belav kir.
Hate ragihandin ku di saetên serê sibehê de bi du fuze û du droneyan li bajarê Silêmaniyê êrîşî hêzên fermandariya 70’an hate kirin. Her wiha hate diyarkirin ku, êrîşa li ser hêzên 70’yî li asîman hatin têkbirin.
Li aliyê din tê gotin êrîş li ser Zanîngeha Emerîka ya li Silêmaniyê hebû. Lê zanîngehê gote gotê red kir.
BAREGEHÊN HEŞDÎ ŞEBÎ DÎSA BÛN HEDEF
Fermandariya hêzên Heşda Şebî, bi daxuyaniyek ragihand ku duh bi şev rêze êrîş li ser baregehên hêzên wan ên li parêzgehên Babîl û Enbarê hatiye kirin.
Hate ragihandin ku şeva borî hêzên wan yên li Curif Nesîr ya ser bi parêzgeha Babîl û li bajarokê Germe ya dikeve rojhilatê parêzgeha Enbar, ji aliyê Emerîkayê ve hatin hedef girtin.
Li gorî agahiyan, lîwaya 45 û 31 ya hêzên Heşda Şebî hatine bombebarankirin, lê ji bilî ziyanên madî tu ziyanên canî çênebûne.