Êrîşên li ser Girava Hargê bihayên petrolê bilind kirin
Piştî nûçeyên êrîşê yên li ser Girava Hargê ku ji bo hinartina petrola Îranê xwedî girîngiyeke krîtîk e, bihayê bermîla petrola xav a DYA’yê WTI’yê ji sedî 2 zêdetir bilind bû.
Piştî nûçeyên êrîşê yên li ser Girava Hargê ku ji bo hinartina petrola Îranê xwedî girîngiyeke krîtîk e, bihayê bermîla petrola xav a DYA’yê WTI’yê ji sedî 2 zêdetir bilind bû.
Destpêkirina êrîşên li ser Îranê yên ku binesaziya enerjiyê dikin armanc, di bazarên petrolê yên cîhanê de bû sedema bilindbûneke nû. Bi taybetî piştî nûçeyên êrîşê yên li ser Girava Hargê ku weke yek ji xalên herî krîtîk ên pîşesaziya petrola Îranê tê qebûlkirin, petrola xav a tîpa DYA’yê (WTI) roja sêşemê bi tundî bilind bû.
Di beşa yekem a rojê de di bazaran de herikîneke dalgalî hebû, lê piştî nûçeyên êrîşê bihayên petrolê bi lez ber bi jor ve çûn.
Petrola xav a DYA’yê West Texas Intermediate (WTI), ji bo teslîmata gulanê li gorî saeta herêmî (TSİ) danê nîvro bi zêdebûna ji sedî 2,05an derket 114,71 dolarî. Bihayê WTIyê di nava rojê de ji bo demeke kurt ji sedî 3 zêdetir jî prîm kir.
Di bilindbûna bazaran de ev bendewarî bandorker bû ku armanckirina Girava Hargê ya ku beşê herî mezin ê hinartina petrola Îranê pêk tîne, dikare ji bo ewlehiya pêşkêşiyê rîskeke cidî ava bike.
Petrola Brent a ku di bazarên petrolê yên cîhanê de weke referans tê qebûlkirin jî para xwe ji vê bilindbûnê girt. Bermîla petrola Brent a ji bo teslîmata pûşperê, di heman demjimêran de bi zêdebûna ji sedî 0,41ê bi 110,22 dolarî hate firotin.
Zêdebûna WTI’yê ya li gorî Brentê ku tundtir bû, nîşan dide ku bazarên DYA’yê li hemberî geşedanên li Îranê û bi taybetî li hemberî şokên pêkan ên pêşkêşiyê yên herêmî bêtir hesas in.
Di liv û tevgera bihayên petrolê de ne tenê êrîş, di heman demê de ultîmatoma Serokê DYA’yê Donald Trump a ku dabû Îranê jî bandorker bû. Trump, ji bo ji nû ve vekirina Tengava Hurmizê û kêmkirina tansiyona li herêmê, heta êvara sêşemê dem dabû Îranê. Bazar, piştî qedandina vê demê, ji ber fikarên ku dibe gavên nû yên leşkerî an jî êrîşên zêde yên li ser binesaziya enerjiyê pêk werin, di bendewariyeke bi tevdîr de ne.
Girava Hargê, weke yek ji navendên herî stratejîk ên hinartina petrola Îranê tê dîtin. Beşê herî mezin ê veguhastina petrolê ya Îranê ya bi rêya deryayê di ser vê giravê re pêk tê. Ji ber vê yekê, her êrîş an jî eglebûneke li ser Girava Hargê, ne tenê bandorê li aboriya Îranê dike, di heman demê de weke geşedaneke ku dikare rasterast bandorê li bazarên enerjiyê yên cîhanê û bi taybetî li pêşkêşiya petrolê ya bi çavkaniya Rojhilata Navîn bike, tê nirxandin.