Êrişên li ser baregehên Heşdî Şabî: 52 mirî yan jî birîndar

Ji doh û vir ve baregehên Heşdî Şabî yên li Babîl, Mûsil, Enbar û Kerkûkê têne bombekirin. Herî kêm 52 kes mirin an jî birîndar bûn.

Ji 28’ê Sibatê ve şerê di navbera Îran û Dewletêy Yekbûyî yên Emerîka (DYE)-Îsraîlê de berdewam dike û her diçe dijwartir û belavî herêmê dibe. Wek çend welatên cîran ên Îranê, çiruskên şer li Iraqê jî ketine. Tenê doh li parêzgehên Enbar, Nînowa, Babil û Kerkûkê bi caran êrişî baregehên hêzên Heşdî Şabî hatin kirin û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Li bajarokê Qaîme yê ser bi parêzgeha Enbar, duh baregeha lîwaya 19 ya Heşdî Şabî hate hedef girtin. Di encamê de 30 endamên hêzên Heşdî Şabî hatin kuştin û birîndar bûn. Lê DYE û Îsraîlê heta niha bi fermî êrişê negirtine ser xwe.

Ev baregeha Heşdî Şeabî ku nêzîkî balafirgeha navneteweyî ya Qaîme ye û diekve 400 km nêzîkî bakurê rojavayê Bexdayê, bi temamî rûxiya.

Doh carek din êrişî baregeha Heşdî Şabî ya li parêzgeha Babilê hate kirin. Li gorî dîmenên hatine belavkirin, teqînek mezin rû da û dûyekî mezin li ser baregehê ket. Lê heta niha têkildarî zerer û ziyanên canî û madî yên êrişê ti agahî nehatine belavkirin.

Doh baregeha Heşdî Şabî ya li parêzgeha Nînowayê hate bombebarankirin. Di encamê de 2 çekdar hatin kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûn.

Her wiha direngiya şeva bihurî jî li taxa Bedir a ser bi parêzgeha Kerkûkê êrişî baregeha Heşdî Şabî (Tirkmen) hate kirin û di ecnamê de 4 çekdar hatin kuştin û 13 çekdar jî birîndar bûn. Demildest birîndaran rakirin nexweşxaneyê û ji bo birîndaran banga dayîna xwînê li welatiyan hate kirin.