Êrişên DYE û Îranê yên li hemberî hev dewam dikin: Li Huzistanê 3 kes mirin

Di êrişên nû yên hewayî yên DYE'yê de li eyaleta Huzistan a Îranê herî kêm 3 kes mirin. Artêşa DYE'yê ragihand ku wan li 90 hedefên leşkerî xistine. Muxafizên Şoreşê jî diyar kir ku wan êriş birine ser baregehên DYE'yê yên li Kûweyt û Bahreynê.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê IRNA'yê, di êrişa hewayî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de ya li nêzî bajarê Ahvaz ê eyaleta Huzistanê, herî kêm 3 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Alîkarê Waliyê Huzistanê Valiullah Hayati ragihand ku êriş li derdora Ahvazê hate kirin û mirî û birîndar hene.

DYE: LI 90 HEDEFÎ HATE XISTIN

Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE'yê (CENTCOM) ragihand ku 8'ê Tîrmehê li hemberî 90 hedefên leşkerî yên li Îranê operasyoneke nû pêk anîn.

Di daxuyaniya CENCTOM'ê de hate gotin, sîstemên parastina hewayî jî di nav de li binesaziya leşkerî hatiye xistin û hate gotin, operasyon ji bo lawazkirina kapasîteya êrişê ya Îranê ya li ser deryavanên sivîl û keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmuzê hatiye kirin.

TRUMP CAREKE DIN GEF XWAR

Serokê DYE'yê Donald Trump hişyarî da ku eger Îran êrişên xwe yên li ser keştiyên li Tengava Hurmuzê dewam bike wê operasyonên leşkerî yên "hîn girantir" pêk bînin.

Trump li ser platforma medya dîjîtal Truth Social daxuyaniyek da û got, "Ev yek bersiva li hemberî bombardûmana doh a Îranê ya li ser keştiyan e. Eger dubare bibe wê encamên xwe hîn girantir bibe."

ÎRAN: ME LI BAREGEHÊN DYE'YÊ YÊN LI KÛWEYT Û BAHREYNÊ XIST

Muxafizên Şoreşê yên Îranê jî ragihand ku weke bersiva li êrişên DYE'yê wan li baregehên leşkerî yên Emerîkî yên li Kûweyt û Bahreynê xistine.

Di daxuyaniyê de ku li ser televîzyona dewletê IRIB'ê hate weşandin, hate îdîakirin ku bi fuze û balafirên bêmirov li baregehên Arifcan û Ali El Salem ên li Kûweytê û baregehên Cuffayr û Şeyh Îsa yên li Bahreynê hatiye xistin.

Di daxuyaniyê de her wiha gef hate xwestin ku eger DYE êrişên nû bike wê li baregehên Emerîkî yên din ên li herêmê bixin.

SEFERÊN RÊYA HESINÎ YÊN TEHRAN-MEŞHEDÊ HATE RAWESTANDIN

Televîzyona dewletê ya Îranê diyar kir ku piştî êrişên DYE'yê seferên li xeta hesinî ya Tehran-Meşhedê hatiye rawestandin.

JI FRANSAYÊ BANGA BIDAWÎKIRINA 'BERSIVDANÊ'

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel-Barrot bang kir ku Îran û DYE dawî li "bersivdanê" bînin.

TEHRAN: TENGAVA HURMUZÊ TENÊ BI ŞERTÊN ÎRANÊ WÊ BÊ VEKIRIN

Muzakerevanê sereke yê Îranê Muhammed Bakir Galibaf anî ziman ku Tengava Hurmuzê tenê bi şertên ku ji aliyê Îranê ve bêne diyarkirin, dikare jinûve bê vekirin.

Galibaf ragihand ku siyaseta gef û zextê ya DYE'yê wê bê encam bimîne.