Êrişên Îran û Îsraîlê dewam kirin, Trump ultîmatoma xwe nerm kir

Êrişên Îran û Îsraîlê li gel liv û tevgera leşkerî ya li herêmê dewam dikin. Helwesta DYE'yê jî ji nişka ve guherî ku vê yekê rêya dîplomasiyê jinûve xist rojevê.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ultîmatoma hişk a li hemberî Îranê vekişand û zimanê xwe nerm kir.

Trump ku beriya niha gotibû, eger Tengava Hurmuzê di nava 48 saetan de neyê vekirin wê li binesaziya enerjiyê ya Îranê bixe, ev dem ji bo pênc rojan dirêj kir.

Trump di daxuyaniyê de ragihand ku di navbera DYE û Îranê de du rojên dawî "Hevdîtinên gelekî erênî û berhemdar" hatin kirin û diyar kir ku ji bo rageşiya li Rojhilata Navîn bi temamî bi dawî bibe danûstandin dewam dike.

ÊRIŞA LI SER BINESAZIYA ENERJIYÊ YA LI ÎRANÊ

Du navendên girîng ên enerjiyê yên li Îranê bûn hedefa êrişan ku tê gotin ji aliyê Îsraîl û DYE'yê ve hatine kirin.

Ajansa Nûçeyan a Farsê ragihand ku li bajarê Îsfahanê avahiya îdareya gazê û stasyoneke gazê hatiye bombekirin.

Hate gotin, ji ber êrişê xisar li beşeke tesîsan bûye û li bajarê Hurremşehrê jî lûleyeke gazê bû hedef. Rayedaran li ser asta xisarê agahî nedan.

LI TEL AVÎVÊ TEQÎN: 6 BIRÎNDAR

Tel Avîv ji ber fuzeyên ku ji Îranê hatin avêtin kete rewşa alarmê. Serê sibehê di encama teqînan de 6 kes bi sivikî birîndar bûn.

Saziya Alîkariya Lezgîn a Îsraîlê Magen David Adom diyar kir ku li çar nuqteyên cuda mirov birîndar bûn.

LI IRAQÊ 15 ENDAMÊN HEŞDÎ ŞABÎ HATIN KUŞTIN

Di operasyonekê de ya ku li rojavayê Iraqê hate kirin û tê gotin "Êrişa DYE'yê" ye, 15 şervanên Heşdî Şabî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniya Heşdî Şabî yek ji kesên jiyana xwe ji dest da Fermandarê Operasyona El Enbarê ya Heşdî Şabî Saad Dawai bû.

Li aliyê din, baregeheke leşkerî ya li Hesekê bi fuzeyên ji Iraqê hatin avêtin bû hedef. Hate gotin, êriş ji aliyê komeke çekdar a nêzî Îranê ve hatiye kirin.

ÊRIŞÊN LI BAŞÛRÊ BEYRÛDÊ

Banliyoyên li başûrê Beyrûdê jî bi şev bûn hedefa êrişên hewayî yên Îsraîlê. Ajansa Nûçeyan a Neteweyî (NNA) diyar kir ku Îsraîlê bi giştî 7 caran êrişên hewayî bir ser herêmê.

Ji 2'ê Adarê û vir ve di êrişên Îsraîlê de yên li ser Lubnanê herî Kêm 1.039 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2.786 kes jî birîndar bûn.