Êrişa li ser baregeha Heşdî Şabî: 3 kes birîndar bûn

Li Mûsilê di êrişa li ser depoyên sotemeniyê yên Heşdî Şabî de 3 endamên Heşdî Şabî birîndar bûn.

Li gorî Rojnewsê, êrişek li ser baregeha Heşdî Şabî ya li Mûsilê hate kirin. Hate zanîn bi balafirên şer depoyên sotemeniyê yên baregeha Lîwaya 21 ya li nêzîkî Bendava Badûş ya li bakurê Musilê hatine hedef girtin û di encamê de 3 çekdar birîndar bûn.

Li gorî heman çavkaniyê, piştî êrişan tîmên parastina sivîl û ambulans gihiştine cihê buyerê û birîndarên heyî rakirine nexweşxaneya Komarê.

Berî ku tîmên agirkujiyê bigihêjin cihê bûyerê, agir di depoyek sotemeniyê de derket û nekarîn agir kontrol bikin.