Êrişa hewayî li dijî Heşdî Şabî: 2 mirî, 5 birîndar

Heşdî Şabî ku Îran piştgiriya wê dike, li Selaheddîn û Mûsilê bû hedefa êrişê. Hate ragihandin ku 2 endamên Heşdî Şabî mirin, 5 jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Desteya Heşdî Şab, vê sibehê êrişêk asîmanî li ser baregeha Fewca 4 a Lîwaya 30 ya Heşdî Şabî ya li Deşta Nînowayê pêk hatiye. Di encamê de çekdarek miriye û 2 çekdar jî birîndar bûne.

Her wiha hatiye diyarkirin di encama êrişek din a li ser Lîwaya 6 a Heşdî Şabî ya li navçeya Bêcî 3 çekdar birîndar bûne. Her wiha vê sibehê êrişek din ya asîmanî li ser navendek din a leşkerî ya Lîwaya 31 ya li nêzî balafirxaneya Sîniye ya li parêzgeha Selahedîn. Di encama vê êrişê de jî çekdarek Heşdî Şabî hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di dema veguhestina kuştî û birîndaran ya ji aliyê tîmên tendirustiyê ve, jî êriş dewam kirine.