Çavkaniyên Îsraîlê: Netanyahu û Serokkomarê Lubnanê wê biaxivin
Hate ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu wê îro bi telefonê bi Joseph Aoun re biaxive.
Hate ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu wê îro bi telefonê bi Joseph Aoun re biaxive.
Endama Kabîneya Ewlekariyê ya Îsraîlê Gila Gamliel ji radyoya leşkerî re axivî û diyar kir ku herdu lîder piştî salên dûr û dirêj wê yekser bi hev re biaxivin.
Gila Gamliel anî ziman ku ev gav piştî pêvajoya diyaloga qutbûyî ya navbera herdu welatan pêşketineke girîng e û ew hêvî dikin ku ev hewldan tevkariyê li aramiya Lubnanê ya demdirêj bike.
Rayedarekî Lubnanî jî ji Reutersê re axivî û diyar kir ku têkildarî danûstandineke bi Îsraîlê re agahiya hikumetê nîne.
Eger axaftin pêk were wê di navbera herdu welatan de bibe axaftina destpêkê ya payebilind a piştî bi dehan salan.
LI QADÊ ÊRIŞ DEWAM DIKIN
Li gel îdîayên li ser danûstandinên dîplomatîk, rageşiya li qadê dewam dike. Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê êrişên hewayî biriye ser herêma Hebbariye û derdora Kampa Penaberan a Burc el-Şemali ya li başûrê Lubnanê.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ji 2'ê Adarê û vir ve di êrişên Îsraîlê de herî kêm 2 hezar û 167 kesan jiyana xwe ji dest dan.