ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
NÛ BÛ-Li navenda Efrînê teqînek mezin pêk hat
Li navenda Efrînê bi motorsikleteke bombebarkirî teqînek mezin pêk hat. Di teqînê de 6 kes mirin, birîndar jî hene. -
Bi sedan kes li Girkê Legê meşiyan
Bi sedan kes li Girkê Legê daketin qadan li dijî gefên artêşa Tirk meş û mîtîngek lidar xistin. -
Gelê Qamişloyê li dijî dagirkeriyê meşiya
Li Qamişloyê bi hezaran kes li hemberî gefên Erdogan ên dagirkeriyê daketin qadan û meşiyan. -
Gelên Serêkaniyê: Em ê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bidin!
Gelên li Serêkaniyê li hemberî gefên Tirkiyeyê yên dagirkirina Bakurê Sûriyeyê meşiyan. Di meşê de peyamên ‘Em ji êrîşan re amade ne’ hate dayîn. -
NÛ BÛ- Artêşa Tirk gundên Efrînê topbaran dikin
Artêşa Tirk bi çeteyên xwe ve bombeyan li gundêN Bênê û Sawaxankê yên girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê dibarîne. Di êrîşê de 4 kes birîndar bûn. -
Partiyên li Bakurê Sûriyeyê: Em ê rê nedin dagirkeriyê!
Partiyên li Bakurê Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li dijî Bakurê Sûriyeyê dan. Partiyan banga piştgiriyê li gel kirin û gotin, "Em ê xaka xwe neterikînin." -
Dagirker hêza xwe ya li Cerablûsê zêde dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê doh li herêmên Şehbayê yên dagirkirî rewşa awarte ragihandin û hêza xwe ya li Cerablûsê zêde kir. Doh bi şev top avêtin Minbicê. -
Li ser sînorê Serêkaniyê liv û tevgera leşkerî
Piştî ku Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan gefa dagirkirinê xwar, li ser sînorê Serêkaniyê liv û tevgera leşkerî dest pê kir. -
Şerê Tinekirina Terorê: 50’î ji sedî yê Hecînê hate rizgarkirin
Şervanên QSD’ê bajarokê Hecîn ya Dêra Zorê 50’î ji sedî rizgar kir. -
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî îlan kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gefên êrîşan ên Erdogan li herêmê seferberî îlan kir. -
Li Babê çeteyên dewleta Tirk li hev ketin
Piştî teqîna li Babê pêk hat û şûnde, di navbera çeteyên dewleta Tirk de şer rû da. -
Aldar Xelîl: Erdogan dixwaze DAÎŞ’ê rizgar bike
Berpirsê Dîplomasiyê yê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl nerazîbûn nîşanî gefên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ên li dijî Rojava da û got ku, “Erdogan ji bo ku temenê DAÎŞ’ê dirêj bike li rêyan digere.” -
Cenazeyê 6 şehîdan li Hesekê hate veşartin
Bi hezaran welatiyên Hesekê cenazeyê du endamên disiplîna leşkerî û 4 şervanên QSD’ê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê veşartin. -
Piştî Ezazê li bajarokê Raî jî teqîn çêbû!
Piştî teqîna li Ezaz a ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkierin, vê carê li Raî (Çobanbey) jî teqînek çêbû. -
Sarya Ozgur li Kobanê hate bibîranîn
Ji bo Şervana MLKP'ê Sîbel Bulut (Sarya Ozgur) ku di berxwedana Kobanê de şehîd bûbû li kolana ku navê wê lê hatibû kirin, bernameyeke bîranînê hate kirin. -
Li Ezazê teqîn: Serçete Ebû Elmot mir - NÛ BÛ
Li Ezazê ku ji aliyê dewlet û komên wê yên çete ve hatiye dagirkirin, beriya bi saetekê teqînek pêk hat. -
QSD: 8 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin, 24 baregeh hatin rûxandin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir, di Pêngava Bagera Cizîrê de 8 çeteyên din ên DAÎŞ'ê hatine kuştin û 24 baregeh hatine rûxandin. -
Çeteyên Tirk êrîşî bendên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji doh bi şev heta danê sibehê êrîşî bendên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li ser xeta El Sacûrê ya bajarê Minbicê kirin. -
QSD'ê 35 ji sedî yê Hecînê rizgar kir
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de 35 ji sedî yê Hecînê rizgar kirin. -
Şahidên komkujiya Qamişloyê qala hovîtiya dewleta Tirk kirin
Di ser komkujiya Qamişloyê re 38 sal derbas bûn ku dewleta Tirk 12'ê Kanûna 1980'î 16 kes li malekê kuşt. Şahidên komkujiyê gotin, dewleta Tirk ji bo karibe Kurdan bikuje her tim ji xwe re bahaneyekê dibîne. -
Li gundên Dêrikê lehî rabû: Av li gelek xaniyan qewimî
Li gundên herêma Koçerat a Dêrikê, ji ber baranê lehî rabû û av li gelek xaniyan qewimî. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Seyad hate veşartin
Welatiyên Dêrikê cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm El-Dahir (Seyad) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin. -
YPG'ê 19 şervanên ku 2014'an şehîd bûbûn, bi bîr anî
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 19 şervanên ku 2014'an di demên cuda de şehîd bûbûn ragihand. -
Cenazeyê sê şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ li Hesekê hatin veşartin
Welatiyên Hesekê cenazeyê sê şehîdan bi merasîmekê li goristana şehîdan a Şedadeê veşartin. -
Li Dêrikê li dijî tecrîdê greva birçîbûnê dest pê kir
Li Derikê 154 kes li dijî tecrîdê û ji bo desteka li Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kirin.