ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Welatiyên Kobanê cenazeyê şehîd Dilovan Kobanê spartin axê
Bi sedan welatiyên Kobanê, bi merasîmek girseyî cenazeyê Şehîd Dilovan Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle ya li Başûrê Kobanê veşartin. -
Dagirker bi dijwarî gundên Til Temirê û Tirbespiyê bombe dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku bê navber herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dikin û sûcan dikin, gundên Til Temirê û yên Tirbespiyê bi dijwarî bombe dikin. -
QSD: 4 şervanên me şehîd bûn
QSD’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Taxa Cirnik a Qamişloyê de 4 şervanên wan şehîd bûn û 3 şervan jî birîndar bûn. -
Li Hesekê gel li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiya
Bi hezaran şêniyên Hesekê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan û banga kirin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dewleta Tirk a dagirker re bê girtin. -
Gundê Omerîk a Qamişloyê tê bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker gundê Omerîk a bajarê Qamişloyê di van kêliyan de bombebaran dike. -
Amûdê, Tirbespiyê û Dirbêsiyê tên bombebarankirin: 2 kes birîndar bûn- HAT NÛKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker gundên Amûdê, Tirbespiyê û Dirbesiyê yên Rojava bombebaran dike. Li Tirbespiyê jinek, li Dirbesiyê jî endamekî hêzên hikûmeta Şamê birîndar bûn. -
Li Girê Spî û Eyn Îsayê di nav 10 rojan de 5 kes hatin qetilkirin
Hat ragihandin ku di êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gundên Girê Spî û Eyn Îsayê yên deh rojên dawîn de 5 kes şehîd bûne. -
Gundên Qamişloyê hatin bombebarankirin: 7 kes birîndar bûn- HAT NÛKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker du gundên Rojhilatê Qamişloyê bombebaran kir. Hate zanîn ku di encama bombebaranan de 7 kes birîndar bûne. -
Tevgera Hîlala Zêrîn: Em ê li dijî dewleta Tirk bi hev re li ber xwe bidin
Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kir û got “Em ê bi hev re li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.” -
Li Kobanê çaxê hevdana fisteqan e
Cotyarên darên fistiqan, li Kobanê dest bi berhevkirina fistiqan kir. Fistiq yek ji giringtirîn berhemên aborî yê herêmê ye. -
Şêniyên Qamişloyê: Em ê heta dawiyê xwedî li ax û şehîdên xwe derkevin
Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabûn û gotin, “Ji ber dewleta Tirk li herêmên Parastinê yên Medyayê têk çû, êrîşê sivîlên Rojava dike. Em ê heta dawî xwedî li ax û şehîdên xwe derkevin.” -
Balefireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk li Qamişloyê da, birîndar hene
Balefireke bêmirov a bi çek a artêşa Tirk a dagirker devera li pişt Nexweşxaneya Jiyan-Covid 19 ya bakurê bajarê Qamişlo li nêzî rêya Hîzamê ya bakurê bajêr, bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê, birîndar hene. -
Dewleta Tirk li Cindirêsê 3 kesên din revand
Dewleta Tirk li navçeya Cindirêsê ya Efrîn a dagirkirî 3 kesên din revand. -
308 kesayetan bang li muxalefetê kirin: Li ber operasyonê rabin, nebin şirîkê vî sûcî
Akademîsyen, rojnamevan, nivîskar û lîstikvan jî di nav de 308 kesayetan bang li muxalefetê kirin ku li ber operasyonên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabin. -
Dewleta Tirk li Amûdê li malekê da -HATE NÛKIRIN
Droneke dewleta Tirk a dagirker li bajarê Amûdê yê Rojava li malekê da. -
Dewleta Tirk li Til Temirê sivîlek qetil kir
Ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker, li Til Temirê gundiyek şehîd bû. Li gundewarên Amûdê û Şehbayê jî doh bi şev bombardûman hebû. -
Li Qamişlo û Amûdê merasîma veşartina cenazeyên şehîdan hat lidarxistin
Li Qamişlo û navçeya Amûdê cenazeyên şehîdên ku di encama êrîşa dawî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Taxa Sînaa ya Qamişloyê de şehîd bûn, bi merasîmek girseyî hatin veşartin. -
Li pêşiya baregehên Rûsan dagirkerî hat şermezarkirin
Bi dehan Şêniyên bajarê Qamişlo û Amûdê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan. Welatiyan li ber baregehên Rûsan dagirkerî û temaşevantiya Rûsan şermezar kir û diyar kirin ku ewê heta dawiyê li berxwe bidin. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîşê koma Rojava TV kir
Dewleta Tirk a dagirker ku li herêma Cizîrê gelek gundan bombebaran dike, li gundê Cirnikê ya Amûdê bi topan êrîşê koma Rojava TV kir. -
‘Êrîşên dewleta Tirk, gef li hemû Sûriyeyê dixwe’
DaîreyaTêkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên zêde dibin da û da zanîn ku ew êrîş gefê li hemû Sûriyeyê dixwe. -
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Şehbayê protesto kir
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şehbayê protesto kir. -
Artêşa Tirk gundekî Qamişlo bombe kir: Kesek birîndar bû
Artêşa Tirk a dagirker li gundê Til Zîwan ê Qamişloyê da. Di vê êrîşê de kesek birîndar bû. -
Endameke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Tebqayê şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand, ku li Tebqayê endameke wan dema bi erka xwe ya parastinê radibû, şehîd bûye. -
Dewleta Tirk Til Rifet û Til Temir bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker Til Rifet a girêdayî kantona Şehbayê û Til Temir a kantona Hesekê bombe kir. -
Ji Zirganê heta bi Qamişloyê gundên li ser sînor têne topbarankirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker ji Zirganê htea bi Qamişloyê serê sibehê topan diavêje gundên li ser sînor.