ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Meclîsa Leşkerî ya QSD’ê civîna xwe ya asayî li dar xist
Meclîsa Leşkerî ya QSD’ê ji bo nirxandina xebatên xwe yên 3 mehan, bi tevlîbûna Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî civîna xwe ya asayî li dar xist. -
Şehîd Şîlan Kobanê û hevrêyên xwe hatin bibîranîn
Endama Komîteya Navendî ya PYD'ê Şîlan Kobanê û hevrêyên wê Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl ku di 29'ê Mijdara 2004'an de li Mûsilê bi komployekê şehîd bibûn, li gelek navendê Rojava hatin bibîranîn. -
Navnîşa îro ya Meşa Dirêj a ciwanan Tirbespiyê ye
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi Meşa Dirêj a ji bo sê rojan kirin. Roja yekem a meşê wê li Tirbespiyê bi dawî bibe. -
Şehîd Şîlan Kobanê û hevrêyên wê li Kobanê hatin bîranîn
Şîlan Kobanê û hevrêyên wê li Kobanê bi civînekê hatin bîranîn. Di civînê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayin. -
Komeleya Efrînê: Ji bo felaketeke mirovî rû nede, ambargoya li ser Şehbayê rakin
Komeleya Efrînê ya Civakî ambargoya hikumeta Şamê ya li ser Kantona Şehbayê şermezar kir. -
Ji bo şehîdên Kobanê konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo şehîd Mehmûd Kobanê û Milîtan Kobanê konê sersaxiyê hate vedan. -
Rêxistinên ciwanan ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dest bi meşa dirêj kirin
Ciwanên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pîrozkirina salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşeke dirêj a ji bo sê rojan kirin. -
Dayîka Şehîd Şîlan: Keça min serhildêr bû
"Dema ku Şîlan şehîd bû, min dest û lingên xwe hîs nekir. Min di wê şevê de Şîlan di xew de dît. Dema ku şehîd dibe min hîs kir. Şîlanê bi hezaran mirov hişyar kir. Vaye bi hezaran kes jî navê Şîlan hildane û bûne mînaka jin a azad." -
Ji bo xurtkirina ewlehiya Dêrazorê QSD û rûspiyên eşîra Igêdatê li hev rûniştin
Li dijî hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên li herêma Dêrazorê û xurtkirina aramiya herêmê, rayedarên QSD'ê bi rûspiyên eşîra Igêdat û nûnerên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê re rûniştin. -
‘Eger dorpêça li ser Şehbayê neyê rakirin, wê xeteriyên mezin derkevin holê’
Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd diyar kir ku eger dorpêça li ser herêmê dewam bike wê pêdiviyên gel ên jiyanî yên bingehîn jî qut bibin û got ku Rêveberiya Xweser wê her tim bi gelê herêmê re be. -
'Vaye bi hezaran Şîlan li ser riya şehîdan dimeşin'
Xwişka Şehîd Şîlan Kobanê Heyfa Şêx Mihemed diyar kir ku şehîd Şîlan li dijî her cure desthilatdariyê û paşverûtiya civakê serî hilda û got ku şehîd Şîlan xwedî cesareteke bê hempa bû. -
QSD′ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir
QSD’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya 3 şervanên xwe yên li Dêrazorê şehîd bibûn, eşkere kir. -
Şehîd Milîtan û Mehmûd bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Cenazeyên şehîd Milîtan Kobanê (Hecî Xelîl) û Mehmûd Kobanê (Mehmûd El Oso) li Kobanê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
3 gerîlayên şehîd li Şehbayê hatin bîranîn
Ji bo şehîd Andok Adil, Ciwan Welat û Botan Raperîn li Şehbayê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. -
Li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin 419 kes hatin revandin
Hate ragihandin ku ji serê salê ve li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de 419 kes hatine revandin. -
Şêniyên Helebê: PKK’ê tevgerek rizgarîxwaz e
Şêniyên Helebê têkildarî salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê axivîn û got, "PKK tevgereke rizgarîxwaz e ku ji bo azadiya hemû gelan têdikoşe." -
'PKK’ê ji bo me rojbûneke nû ye'
Hevseroka Navçeya Sirînê Fatma El Mele 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li tevahî gelan pîroz kir û got, “Damezrandina PKK’ê ne tenê ji bo gelan, ji bo jinan jî bûye rêya rizgariyê.” -
Li Rojava coşa Cejna Vejînê - NÛ BÛ
Li gelek navendên Rojava salvegera 45’emîn a demezirandina PKK’ê bi şahiyan hatin pîrozkirin. -
Salvegera demezrandina PKK'ê li Şehbayê hat pîrozkirin
Xelkê Efrîn û Şehbayê salvegera demezrandina PKK'ê li bi şahiyeke girseyî pîroz kirin. -
Li herêma Firatê 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin
Li Herêma Firatê bi wesîleya 27’ê Mijdarê 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê şahiyek mezin bi tevlîbûna hezaran hat lidar xistin. -
Dewleta Tirk li Girê Spî 3 ciwan revand
Dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî Serdar Ehmed, Emar Ehmed û Nûran Ehmed revand. -
Sara Qawas: Bingeha ku PKK’ê danî, diyarker e
Endama Meclîsa PYD’ê Sara Qawas diyar kir ku li Rojava bingeha ku PKK’ê danî û têkoşîna wê diyarker e û got: “Ev şoreş dewama felsefeya Rêber Apo û ruhê Apoyî ye.” -
Piştî êrîşên Îsraîlê balafirgeha Şamê dîsa ji xizmetê derket
Balafirgeha Şamê ku ji ber êrîşa Îsraîlê mehek girtî bû, piştî çend saetan vebû dîsa bû hedefa êrîşa hewayî û ji xizmetê re hat girtin. -
'Damezrandina PKK'ê ji neteweya Kurd re bû roja vejînê'
Ji welatparêzên Kurd ên ku karîbûn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin Ehmedê Pîrê diyar kir ku damezrandina PKK'ê ji neteweya Kurd re bûye roja vejînê û got, "Bi 6 kesan destpê kir, vaye bûye bi milyonan mirov." -
Ciwanekî Êzidî li Idlibê hate rizgarkirin
Ciwanekî Êzidî yê di dema fermanê de ji Şengalê hate revandin, li Idlibê hate rizgarkirin û radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê hate kirin.