YPG’ê nasnameya 6 şehîdên xwe eşkere kir

YPG’ê nasnameya 6 şervanan eşkere kir ên ku di navbera 13-24’ê Tîrmehê de şehîd bûne.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê li ser malpera xwe nasnameya 6 şervanan eşkere kir ên ku li Reqa û Şedadê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane.

Di malpera YPG’ê de ev tişt hatin destnîşankirin:

"Di navbera 13-24’ê Tîrmehê de 5 hevalên me di şerê ku li çar aliyên bajar bi awayekî lehengî li hember çeteyan şer kirin, bi armanca rizgarkirina wan taxan û sivîlên tê de erka xwe ya şoreşgerî bi rengekî herî baş bi cîh anîn û di encamê de gihîştin şehadetê.

Her wiha hevalekî me jî di bersivdana êrîşên çeteyan ya li ser Şedadê de bi lehengî şer kir û tevlî karwanên şehîdan bû.

Em, YPG û YPJ, van şehîdên xwe yên ku berxwedaneke bêhempa li hember çeteyên DAIŞ’ê nîşan dan û bûn afirînerê van serketinên mezin, bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bi bîranînên wan ve girêdayî bimînin, bi vî awayî armancên wan bi ser bixin. Li ser vê bingehê em ji malbatên şehîdan û hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya pakrewanan wiha ye:
 

Fîras

Nasnav: Fîras
Nav û Paşnav: Mihemed Xelîl
Navê Dayikê: Behiye
Navê Bav: Xelîl
Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê, Gundê Gur Hiso
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 24 Tîrmeh 2017

Meîş Hesekê

Nasnav: Meîş Hesekê
Nav û Paşnav: Mihemed El Salim
Navê Dayikê: Zehra
Navê Bav: Ezo
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 20 Tîrmeh 2017

Murad Hesekê

Nasnav: Mûrad Hesekê
Nav û Paşnav: Mehmûd Erabî
Navê Dayikê: Welîde
Navê Bav: Hesen
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 20 Tîrmeh 2017

Nîdal Evîn

Nasnav: Nîdal Evîn
Nav û Paşnav: Ramî Taha
Navê Dayikê: Şehnaz
Navê Bav: Taha
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa, Gundê Cezra / 13 Tîrmeh 2017

Sincar Hesekê

Nasnav: Sincar Hesekê
Nav û Paşnav: Hemed El Fen
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Elî
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 17 Tîrmeh 2017

Tariq Hesekê

Nasnav: Tariq Hesekê
Nav û Paşnav: Tariq El Nezal
Navê Dayikê: Hide
Navê Bav: Hesen
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 20 Tîrmeh 2017”