Li Dêr Hafirê qadên sivîl tên bombebarankirin

QSD’ê diyar kir ku komên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li bajarê Dêr Hafirê qadên sivîl bombebaran dikin û destnîşan kir ku mafê şervanên QSD’ê heye ku di çarçoveya parastina rewa de bersiva çavkaniya êrîşan bidin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku komên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi awayekî bêserûber bajarê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dikin.

Di daxuyaniya QSDˊê de ev agahî hatin parvekirin: "Komên "Emşat" û"Hemzat" ên girêdayî hikûmeta Şamê, yên ku di lîsteya cezayên navneteweyî de ne, bi awayekî bêserûber û bênavber malên welatiyên bajarê Dêr Hafirê topbaran dikin û jiyana şêniyan dixin xeteriyê. Li hember vê topbaranên bêserûber ji mafên hêzên me ye ku parastina gel û şervanên xwe bike û bersivê bide êrîşan.

Di vê topbaranê de tu zirarên madî yan jî windahî di nava hêzên me de çênebûne, em aliyên êrîşkar berpirsiyariya van sûc û binpêkirinan û encamên wan dibînin."