Rêveberiya Xweser a Firatê û Partiya Yekitiya Ermenî nerazîbûn nîşanî êrîşan dan

Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê û Partiya Yekitiya Ermenî êrîşên li ser Helebê û Bendava Tişrînê şermezar kirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê êrîşên komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hikumeta demkî de yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê de şermezar kirin.

Endamê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê, parêzer Mistefa Mislim li pêş navenda Meclisa Gelan a Demokratîk a bajêr bi amadebûna nûnerên ji meclisên Rêveberiya Xweser û endamên Meclisa Gelan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrîşên dijminane yên ku komên çete yên dewleta Tirk a dagirker ên di nava hêzên hikumeta demkî de ne li dijî taxên Şêxmeqûs, Eşrefiyê û Benî Zêd hatin şermezarkirin. Di encama van êrîşan de 7 kes şehîd bûn û 49 kes jî birîndar bûn. Ev rageşiya xeternak zirarê digihîne ewlehî û aramiya herêmê.

Hat diyarkirin ku armanc ji van êrîşên dubare û bêserûber xwesteka hikumeta demkî ya berdewama bêîstîqrariyê û kaosê li Sûriyeyê nîşan dide û hewl dide herêmê bikişîne nava şer.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji mafê gelê taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd e ku di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva van êrîşan bidin, her wiha bang li gelê xwe dikin ku li kêleka vê berxwedanê bin û helwestên xwe li hember van êrîşan nîşan bidin, beriya ku rewşa li herêmê diteqe. Divê bi rêya diyalog û danûstandinan nakokî werin çareserkirin ku bikeve xizmetî xak û gelê Sûriyeyê.

PARTIYA YEKÎTIYA ERMENÎ

Partiya Yekitiya Ermenî êrîşên komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hikumeta demkî de yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê de şermezar kirin.

Partiya Yekitiya Ermenî diyar kir ku ev êrîş sûcên li dijî mirovahiyê ne û nirxên exlaqî û hiqûqa navneteweyî binpê dike.

Partiya Yekitiya Ermenî ji bo piştgirî dayîna siyaseteke berfireh a ji bo parastina yekîtiya welêt û mafên hemû pêkhateyan, bang li hemû aliyên Sûriyeyî û navneteweyî kir.