Rêveberiya Xweser 1'ê Çileyê kir betlane

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 1'ê Çileyê kiriye betlaneya fermî.

1'Ê ÇILE

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameyek derxist.

Di biryarnameyê de hatiye gotin, bi boneya serê salê hemû sazî û dezgehên giştî yên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja pêncşemê 1’ê Çileya 2026’an dikin betlane.

Li gorî biryarnameyê saziyên ku pêdiviya wan bi berdewamiya kar heye di biryarnameyê de cih nagirin.