QSD: Li Dêr Hafirê kesek birîndar bû

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku komên çete Emşat û Hemzat ên ser bi hêzên hikumeta veguhêz a Şamê li Dêr Hafirê kesek birîndar kirin.

DÊR HAFIR

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku komên çete yên Emşat û Hemzat ên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, êrişî bajarê Dêr Hafirê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Komên Emşat û Hemzat ên girêdayî hikumeta Şamê danê nîvro (roja çarşemê) bi droneke xwekuj, çekên giran û guleyên hewanan êrişî navenda Dêr Hafirê kir. Di encamê de kesek birîndar bû û rakirin navenda tenduristiyê."