Qamişlo û Til Temir piştgirî da Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Şêniyên bajarên Qamişlo û Til Temirê piştgirî da taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd.

Şêniyên bajarê Qamişloyê û koçberên ji Efrîn û Şehbayê ku li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hatin gel hev, berxwedana şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Benî Zêdî ya li hemberî êriş û ambargoyê silav kir.

Şêniyan banga rawestandina êrişan kir û dane zanîn ku êriş di çarçoveyeke sîstematîk li dijî pêkhateyên herêmê û bi armanca koçberkirina şêniyan de têne kirin.

Şêniyan bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrişan şermezar kirin. Şêniyan bang li aliyên têkildar kirin ku erkên xwe yên exlaqî û mirovî pêk bînin û sivîlan biparêzin.

TIL TEMIR

Şêniyên bajarê Til Temirê jî bi heman armancê çalakiyek li çerxerêya Qendîl li dar xist. Şêniyan êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd şermezar kirin û peyama piştgiriyê da gelê wan taxan û hêzên wan ên parastinê.

Di çalakiyê de ji rêveberên Meclisa Til Temirê Idrîs Yûnis anî ziman ku êriş sûcek li dijî mirovahiyê ye û binpêkirina qanûnên naveteweyî ye.

Idrîs Yûnis anî ziman ku civaka navneteweyî berpirsên berdewama êrişan e.

Çalak bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dawî bû.