PYD'ê ji bo Helebê banga çalakiyan li gelê li Ewropayê kir

Rêxistina Ewropayê ya PYD'ê êrişên dagirkeriyê yên li ser taxên Helebê şermezar kir û bang kir ku li seranserê Ewropayê çalakiyên demokratîk bêne lidarxistin.

Rêxistina Ewropayê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrişên komên çete yên ser bi dewleta Tirk a dagirker ên li nava hikumeta veguhêz li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniye de hate ragihandin ku komên çete du roj in bi hemû hêza xwe êrişî taxan dikin û ev êriş dewama êrişên li Siwêdayê yên li dijî Durziyan û li herêmên peravî li dijî Elewiyan e.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şêniyên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd bi "ruhê yekîtî û îradeyeke şoreşgerî" li dijî êrişan li ber xwe didin.

Hate ragihandin ku êriş binpêkirina mafên mirovan e û polîtîkayeke li dijî hebûna gel e û hate destnîşankirin ku êrişş wê nikaribe îradeya gelan bişikîne.

PYD'ê bang li raya giştî ya navneteweyî û welatan kir ku li hemberî êrişan bi berpirsyariyê rabin.

Her wiha bang li gelan, derdorên dost, pêkhateyên Sûriyeyê û hêzên demokratîk li gelemperiya Ewropayê kir ku bi çalakiyan nerazîbûna xwe nîşan bidin.