Mazlûm Ebdî bi wesîleya sala nû serdana şervanên QSD’ê kir

Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî bi wesîleya sala nû serdana nuqteyên leşkerî yên şervanên QSDˊê kir û ji bo fedakariya wan spasiya wan kir.

Bi boneya sala nû ya 2026ˊan Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî serdana nuqteyên leşkerî kir.

Mazlûm Ebdî sala nû li şervanan pîroz kir û spasiya fedakarî û spasiya şervanan li ser rol û fedakariyên wan ên parastina deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Navenda Ragihandina QSDˊê wêneyek Mazlûm Ebdî ku di nava şervanên keç û xort de li nuqteyeke leşkerî rûniştiye parve kir.