Li Reqayê cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin

Cenazeyên şehîdên QSD’ê Ebdurehman El Xelef û Mihemed Taha El Mistefa li Reqayê hatin veşartin.

Şervanê QSD’ê Ebdurehman El Xelef 31’ê Kanûna 2025’an ji ber nexweşiyeke giran û Mihemed Taha El Mistefa jî 29’ê heman mehê di encama qezayeke trafîkê de li bajarê Reqayê şehîd bûbûn, îro bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha El Hikumiyê hatin veşartin. Tevî endamên saziyên sivîl, Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan û hêzên leşkerî bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, dayika şehîd Xelef El Bûş, Îtab El Deyf axivî û got: "Me bi xwîna şehîdan axa xwe av da. Şehîd ji bo rizgarkirina welatê xwe li pêş bûn. Bîranînên wan dê zindî bimînin."

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ayîd El Hadî jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku ewlehiya herêmê berhema keda şehîdan e.

Ayîd El Hadî bi van gotinan soza domandina rêya şehîdan da: "Bi navê Meclisa Leşkerî ya Reqayê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk em ji we re dibêjin, di wê baweriyê de bin ku em li ser rêya şehadetê û azadiyê dimeşin. QSD hêza herî xurt a li ser vê erdnîgariyê ye. Me 14 hezar şehîd dane û em amade ne 14 şehîdên din bidin. Em ê nehêlin tu kes destdirêjiyê li pakrewangeh û xaka me ya pîroz bike."

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Mişleb El Tirkan anî ziman ku gelê Reqa û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ji bilî azadî û projeya demokratîk bi tiştekî din razî nabe û got: "Em yekitî û aştiyê dixwazin. Em parçebûnê naxwazin. Xwîna şehîdan hêja ye. Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saziyên xwe yên sivîl û leşkerî ji bo serxistina vê projeyê û yekitiyê têdikoşin."

Di dawiya merasîmê de nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Piştre dua li ser cenazeyên wan hatin xwendin û bi dirûşman spartin axê.