Li Helebê di êrişan de 3 kesên din birîndar bûn

Di êrişên li ser taxên Helebê de 3 sivîlên din birîndar bûn. Hejmara birîndaran gihîşt 52 kesî.

Komên çete yên bi piştgiriya dewleta Tirk ên di bin sîwana hikumeta veguhêz a Şamê de, bi topên hawanê, obus û tankan êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd dewam dikin.

Di êrişan de ku ji sibeha 6'ê Çileyê û vir ve dewam dikin 3 kesên din birîndar bûn. Navê birîndaran bi vî rengî ye: Mihemed Hemade (50), Cûdî Salih Seydo (23) û Ebduezîz Ednan Îbiş (26).

Heta niha 7 sivîl di êrişan de hatin kuştin, hejmara birîndaran jî bû 52 kes.