Li bakurê Şêxmeqsûdê êrişa bi droneyê: 2 kes birîndar bûn
Hêzên ser bi Hikumeta Veguhêz bi droneyê êriş birin ser bakurê taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Hêzên ser bi Hikumeta Veguhêz bi droneyê êriş birin ser bakurê taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Komên girêdayî hikumeta veguhêz bi droneke kamîkaze herêma Şiqêf a li bakurê taxa Şêxmeqsûd a Helebê bombebaran kir. Di encamê de 2 bira; Mihemed Ridwan Îbrahîm û Rizgar Ridwan Îbrahîm birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Xalid Fecir a taxa Eşrefiyê ya Helebê.