Komên çete malbatên ku ji Şêxmeqsûdê derdikevin direvînin

Komên çete yên hikumeta demkî yên bi giredayê dewleta Tirk malbatên ku ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê derdikevin direvînin.

Komên çete yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker malbatan ji ber êrişan bi basan derketine, ji basên li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê direvînin.

Li ser bendên kontrolê yên li ser rêyên Heleb-Efrînê, bi taybet li bendên nêzî Kefircenê û Basûtê hatine danîn, komên çete yên hikumeta demkî, malbatan ji basan dadixin û direvînin.

Şahidan da zanîn ku basên hikumeta demkî şandine ku malbatên ji her du taxan derxin, divê ne bi rêbaza revandina ciwanan û arşîvkirina navên kesên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih bûne, be û piştî wan li Efrînê bigirin.