Hikumeta Veguhêz Siwêdayê topbarankir: Birîndar hene

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê derdora bajarê Siwêdayê topbaran kir, di encamê çend kes birîndar bûn. Li derdora El Mensûra jî pevçûn rû dan.

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê derdora bajarê Siwêdayê topbaran kir, topên ku bajarokê Welga hatin avêtin li nêzî Çerxerêya El Umaran ketin, di encamê çend kes birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.

Li derdora bajarokê El Mensûra jî di navbera Parêzvanên Niştimanî û komên girêdayî hikûmeta veguhêz de pevçûn rû da.

Ji dema ku girbest li Siwêdayê Tîrmha sala bûrî hat ragihandin hêzên hikumeta veguhêz gelek caran aigrbst binpê kirine.