Hêzên Ewlekariyê: Êrîşa li Girê Kastelo hate têkbirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê ragihand ku êrîşa li ser herêma Girê Kastelo hate têkbirin, çeteyan gelek windahî dan û paşde reviyan.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê ragihand ku êrîşa li ser herêma Girê Kastelo hate têkbirin, çeteyan gelek windahî dan û paşde reviyan.
Hêzên Ewlekariyê derbarê êrîşên komên çete yên Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê ku li ser herdu taxan dom dike de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komên çeteyan saet derdora 15.00'an bi tangan êrîşî Girê Kastelo kiriye û hewl dane derbasî herêmê bibin. Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê bersiva tund daye û êriş têk biriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku çeteyan gelek windahî dane û paşde reviyane.