Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku ku endamê wan Mihemed El Xelef di encama krîza dil de şehîd bûye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku ku endamê wan Mihemed El Xelef di encama krîza dil de şehîd bûye.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser şehadeta endamekî xwe daxuyaniek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Bi xemgîniyeke kûr em şehadeta yek ji hevalên xwe radigihînin ku roja Duşemê êvara 5’ê Çileyê di encama krîza dil de gihaşt asta şehadetê.”
Fermandariyê ji malbata şehîd re sersaxî xwest û diyar kir: “Em piştrast dikin ku fedakariya şehîdên me dê wekî çirayek bimînin ku rêya azadî û ewlehiyê ronî bikin û em ê erka xwe ji bo gelê xwe bi cih bînin û destkeftiyên wan biparêzin.”
NASNAMEYA ŞEHÎD
Nav û Paşnav: Mihemed El Xelef
Navê Dayikê: Henan
Navê Bav: Xalid
Dîroka Jidayikbûnê: 2006
Dîroka Tevlêbûnê: 18 Tebax 2025
Dîroka Şehadetê: 5 Çile 2026