Cenazeyên 5 şehîdên Reqayê hatin veşartin
Welatiyên Girê Spî cenazeyên 5 şervanên QSD'ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li goristanê veşartin.
Welatiyên Girê Spî cenazeyên 5 şervanên QSD'ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li goristanê veşartin.
Welatiyên Girê Spî li meydana El-Elem (Alê) ya rojavayê Girê Spî ji bo pêşwazîkirina cenazeyên şervanên QSDʹê Mihemed Xelîl (Fîras), Ebdulkerîm Casim (Ebû Fehed), Fêsel Mihsin (Fêsel), Medîn Mihemed (Medîn) û Îbrehîm Xelef (Medîn) ên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li hev civiyan.
Girseya gel ku wêneyên şehîdan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan vekiribûn û bê navber dirûşmeyên berxwedanê berz kirin, li rêya têketê ya goristanê cenazeyên şervanan li ser milên xwe kirin û heta goristanê meşiyan.
Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqiqeyek rêz hate girtin û merasîmek leşkerî hat lidarxistin. Piştre Endamê Rêveber ê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd El-Ebdullah axivî û destpêkê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya wan da.
Di berdewama merasîmê de Hevseroka Rêveberiya Xweser Zelîxe Ebdê axivî û wiha got; "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Şehîdên me yên bi fedekariya xwe evsaneyên qehremaniyê li xêz kirin û terorê têk dibin."
Piştre nasnameyên şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Cenazeyê şervanan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hate veşartin.