Artêşa Tirk a dagirker Efrîn û Şehbayê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker bajarok û gundên herêma Şehbayê topbaran dike.
Artêşa Tirk a dagirker bajarok û gundên herêma Şehbayê topbaran dike.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker bajarokê Minix, gundên Elqemiyê, Eyn Deqnê, Şêx Îsa, Semûqa û Til Midyeq ên hêrêmên Şehba û gundê Merenaz ê Kantona Efrînê,bi topên hawanan topbaran dike.
Artêşa Tirk a dagirker ji gundê Kilcibrîn a dikeve navbera bajarê Ezazê û bajarokê Marî de bajarok û gundên herêma Şehba û Efrînê topbaran dike.
Topbarana artêşa Tirk a dagirker didome.