Şandeya leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye
Têkildarî mijara entegrasyonê, fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) çûn Şamê.
Têkildarî mijara entegrasyonê, fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) çûn Şamê.
Li gorî agahiyan, şandeya leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, endamên Fermandariya Giştî Sozdar Hacî û Sîpan Hemo pêk tê.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku şande di van kêliyan de entegrasyona leşkerî bi berpirsên hikumeta veguhêz re nîqaş dike.
Hate diyarkirin ku ji fermandarên operasyona ’’Inherent Resolve’’ Kevin J. Lambert jî beşdarî civînê bûye.
QSD’ê di 29’ê Kanûna 2025’an de ragihandibû ku serdana şandeyê ya li Şamê ji ber pirsgirêkên teknîkî hatiye taloqkirin û diyar kiribû ku dê di demeke pêş de biçe.