Îlham Ehmed: Hikumeta Demkî li dijî Kudan şer îlan kir
Hevseroka Dayireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehemed diyar kir ku Hikumeta Demkî ya Suriyeyê li dijî Kurdan şer îlan kir.
Hevseroka Dayireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehemed diyar kir ku Hikumeta Demkî ya Suriyeyê li dijî Kurdan şer îlan kir.
Hevseroka Dayireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehemed li ser X’ê peyamek parve kir û got: “Hikûmeta Demkî li gorî peymana 1’ê Nîsanê tevnagere û li hemberî vî şerî ew berpirsiyare. Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûryeyê şer li dijî taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ragihand û danûstandinan nepejirîne.”
Îlham Ehemd destnîşan kir ku piraniya kesên ku li her 2 taxan dimînin ji Efrîniyên ku ev 7 sal koçber bûne.
Hevseroka Dayireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser anî ziman ku Hikûmetê şerê qirkirinê li dijî Kurdan ragihand.
Îlham Ehmed band li rayedarên hikumetê kir ku bi rêya diyalogê nêzî pisgirêkan bibin, çareseriyeke rast û mayînde bibînin û got, “Divê hemû Sûriyeyî, bi taybetî ciwanên Sûriyeyî tundiyê red bikin, bi edaletê re bin û dest ji şer berdin.”