Zeydanoglu: Heke Ocalan tevlê bibe wê demokratî pêk were

Endamê Meclîsa Partiyê (MP) yê HDP'ê Ozgur Zeydanoglu got li 'rejîma yek zilamî' bi tecrîda Imraliyê dest pê kiriye û got, ''Heke Abdullah Ocalan tevlî siyasetê bibe wê demokratî pêk were.''

Endamê Meclîsa Partiyê (MP) yê HDP'ê Ozgur Zeydanoglu diyar kir lêgerîna nasname û heq û hiqûqê ya Kurdan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye û heta îro hatiye.

Zeydanoglu bal kişande ser komploya 15'ê Sibatê ya li ser Ocalan û got bi tevlêbûna hêzên navnetewî û hegemonîk û hevkarên xwecih kopmlo pêk hatiye.

Zeydangolu diyar kir komplo ji gelek hêlan ve didome, bi demê re komplo bêhtir hatiye fêhmkirin û komploya 15'ê Sibatê weke yek ji rûdana herî girîng di dîrokê de wê cihê xwe bigire.

Zeydanoglu bal kişande ser tecrîda li ser Ocalan, diyar kir pergala hiqûqî ya Tirk bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibe, li ser bêdengiya pergala hiqûqê ya navnetewî ya li bara tecrîdê jî got, Em dibînin ku hiqûqa navnetewî jî bûye siyasî û got, ''Mirov dikare bibêje hiqûqa navnetewî heta niha ji bo Ocalan ti helwestek nîşan nedaye.''

Zeydanoglu bi domdarî diyar kir armanca kompoloyê bi îmha û înkarê Kurdan û Kurdistanê bêstatû bihêlin, ji ber ku Ocalan ji bo Kurdan weke aktorê herî girîng û rêberê gel tê dîtin û got, ''Lêgerîna li nasname û heq û hiqûqê ya Kurdan bi Ocalan dest pê kiriye û heta îro hatiye. Armanca sereke ya kompoloyê ev bû. Di ser Ocalan re bi tecrîdê Kurd û pirsa Kurd tê vederkirin. Ji ber vê jî Kurdan bi salaan bi rengekî zelal got, 'Nêzîkatiya li pirsa Kurd û Kurdan nêzîkatiya li Ocalan e. Nêzîkatiya li Ocalan jî nêzîkatiya li Kurdan û pirsa Kurd e.''

Zeydanoglu diyar kir felseya Ocalan, ''Ji Kurdan re azadî, ji Tirkiyê re demokrasî ye'' û li Tirkiyê tekane kesê xwedî projeya demokrasiyê ye Ocalan e.

Bi berdewamî Zeydangolu bal kişande ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, diyar kir li Tirkiyê rejîma yek zilamî bi tecrîda Imrliayê dest pê kiriye û got, ''Ji ber vê hebûna Ocalan û tevlêbûna wî li ya nav siyasetê û demokratîkbûna Tirkiyê hevlayenî hev in. Bi esehî ev têkiliya bi civaka Tirk re tê astengkirin. Xasma jî di vê pêvajoyê de ku Tirkiye tengijiye û asê maye, tê meraqkirin bê ka Oaclan çi difikire. Nayê hiştin ku civaka bi fikrên Ocalan bihise. Em vê bi zelalî bibêjin; pergala tecrîdê ku Nîsana 2015'an dest pê kirî, bû weke pêlan û hemû Tirkiye da ber xwe. Pergala Imraliyê li ser hemû Tirkiyê hate bicihanîn.''

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Zeydanoglu diyar kir divê demokrat, rewşenbîr jî li ser mijara tecrîdê bi kêmanî bi qasî Kurdan hişyar bin, bal kişande ser gotinên derheqê Ocalan ên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp û got, ''Civak dixwaze vê ne ji devê Serokkomar, dixwaze ji Ocalan hîn bibe. Di vê pêvajoyê de ya ku divê were kirin ewe ku tecrîda li ser Rêzdar Ocalan were rakirin, di demeke kurt de bi şandeya parêzeran re hev bibîne.''

Zeydanoglu herî dawî wiha got: ''Rabûna tecrîdê, jê wêdetir jî berdana Ocalan, ji bo paşeroj û demokratîkbûna Tirkiyê û çareseriya pirsa Kurd pir girîng e. Bi bayê bezê divê ev şert werin pêkanîn Bi kêmanî tevlîbûna wî ya li nav siyasetê, çêkirina şertan ji bo paşeroja Tirkiyê girîng e. Civak ,siyaset û raya giştî li h^viyê ku Rêzdar Ocalan tevlî vê pêvajoyê bibe, têkilî pêvajoyê dîtinên xwe bibêje. Dixwaze vê rasterast ji Ocalan bibihîse. Ji ber vê jî divê şandeyeke parêzeran bi lezgînî biçe Imraliyê.''