Zarokên Agir gelek wesayit û kargehên faşîstan şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li 3 bajaran wesayit û kargehên faşîstan şewitandine.

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li 3 bajaran li dijî faşîstên AKP-MHP'ê çalakî kirine. Di çalakiyan de gelek wesayit û kargehên faşîstan hatin şewitandin.

Li ser çalakiyan bi daxuyaniyekê ev agahî hatin dayin:

"9'ê Gulanê li Konyayê firoşgeheke BÎM'ê hate şewitandin.

11'ê Gulanê li navçeya Selçûklû ya Konyayê li Sîteya Anadolû Sanayî kargeha Otomert a Rasîm Ceylan ê MHP'î hate şewitandin.

10'ê Gulanê li navçeya Akdenîzê ya Mersînê, 3 wesayitên bazara TIR a AKP'iyan hatin şewitandin.

10'ê Gulanê li navçeya Seyhan a Edeneyê wesayitek hate şewitandin.

14'ê Gulanê li Edeneyê lastîkên sê wesayitan hatin teqandin."