Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad a Antalyayê ji bo xwendekarên Kurd ên li Zanîngeha Akdenîzê rastî êrîşên nîjadperstî hatin, daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku li ber Deriyê Meltem ê Zanîngeha Akdenîzê hat dayîn de gelek xwendekar tevlî daxuyaniyê bûn û dirûşmên "Li dijî faşîzmê mil bi mil" hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 3 xwendekarên Kurd rastî êrîşa çeteyên faşîst ên ku xwe weke rêxistin bi nav dikin, hatine û xwendekara jin a ku rastî êrîşan hatiye, bi taybet bi roj bênavber hatiye şopandin û tacîzkirin.
‘HÊZA XWE JI AKP Û MHP’Ê DIGRIN‘
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ev komên çete yên ku xwe bi navê xwendekar bi nav dikin, bi rehetî bi amûrên êrîşkirinê yên wek kulm, dar û kêran dikevin hundir. Ev kom hêza xwe ji polîtîkayên cudakar û êrîşkar ên AKP û MHP’ê digrin.“
‘RÊVEBERIYA ZANÎNGEHÊ RÊ LI BER ÇALAKIYÊN ÇETEYAN VEDIKE‘
Di daxuyaniyê de hate detnîşan kirin ku ji berpirsyarên êrîşê Mehmet Çam bi Midûrê Ewlekariya Taybet a Akdenîzê re hevdîtin kiriye û wiha got: “Wêneyên vê hevdîtinê li cem wî hene. Di wêneyan de tê îspatkirin ku çeteyên faşîst ên Zanîngeha Akdenîzê bi akademîsyenên zanîngehê re jî hevdîtin kirine. Rêveberiya zanîngehê li kampusê rê li ber her cure çalakiyên van çeteyan vedike û çavên xwe ji wan re digre. Ji ber ku em nikarin azadiya ramanê ku mafê me yê herî demokratîk e jî bi kar bînin, ev çete bi hevkariya Yekîneyên Asayîşa Taybet li zanîngehê meş û çalakiyan li dar dixin.“
'ZANÎNGEH YA ME YE, EM Ê SERÎ NETEWÎNIN‘
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ev yek nîşan dide ku di van êrîşên li dijî me de para rêveberiya Zanîngeha Akdenîzê heye. Ji bo ev sûcê kînê bê ceza nemîne em ê dozê bişopînin. Mafê perwerdehiya xwendekarên Kurd tu kes nikare asteng bike. Xwendekarên Kurd ji ber ku çand, ziman û nasnameya xwe diparêzin nabe bibe hedef. Li hemberî êrîşên faşîst ên li ser xwendekarên Kurd, em ê serî netewînin û gav paş de navêjin. Zanîngeh ên me ne, wê bi me re azad bibin.”
Piştî daxuyaniyê ji xwendekarên rastî êrîşê hat Fevzî Aka jî wiha got: “Duh em sê kes bûn û ew 30 kes bûn. Me nekarî bersiva wan bidin. Ji ber ku yên ku êrîşî me kirin kulm, kêr û dar di destê wan de hebû. Ev kes dikarin bi rehetî li ber rektoriyê re bigerin û li ber çavê ewlekarên zanîngehê û ligel polîsan dikarin biçin heta bazara Ulviyeyê. Em dizanin ku hemû hevalên me di bin xeteriyê de ne. Em dizanin ku ev çete, ev çeteyên faşîst hêza xwe ji rêveberiya zanîngehê digirin. Em ê li hemberî vê serî netewînin.”