'Ya herî zehmet, di mala birayê xwe de wekî biyanî mayîn’
'Ya herî zehmet, di mala birayê xwe de wekî biyanî mayîn’
'Ya herî zehmet, di mala birayê xwe de wekî biyanî mayîn’
Ew axa ku em lê hatibûn dinê, lê mezin bibûn. Di deştên wê de hîn jî dengê kalikên me bilind dibe; ew axa ku ji gelek destanan re bûye malovanî kiriye. Em wekî zarokên wê axê, li wir çi dibe, çi diqewime me nedîtibû; an jî me nexwestibû bibînin û bibîzin. Bi şêwazê jiyanek ji xwe re hatiye dayîn me li jiyanê mêze dikir.
Em bi hêstên herî zelal û kûr nêzîkê mirovan dibûn, lê wisa nebû veqetandina me, me nivê ruhê xwe li pey xwe hişt. Me di sala 1993’an de hemû dîroka xwe, nasnameya xwe, gora kalikên xwe, tenê hişt û em neçar man ku biçin. Em neçar man wê axa ku bêhna jiyanê jê dihat û dengê lorîkên dayîk û pîrîkên me jê dihat. Di wê demê de ji ber sedemên siyasî, leşkerî, polîtîk û hîn ji ber gelek sedeman em neçar man koçber bibin. Berdana van axan ew qas zehmed dihat, me êşek ku tu caran bi hevokan nayê ziman jiyan dikir. Peyv ji ber girînê difetisîn, hevokan dema dihatin çêkirin êş jiyan dikirin. Ji ber ku vî gelî ev neheqî, ev rewşa dij mirovî heq nekiribû. Lê carekî vê dest pê kiribû. Ji bo pêşerojê, ji bo dahatûya zarokan, ji bo xeyalên wan ên paqij ketibûn li ser vê riyê, bê ku zanibin ketibûn ser rê. Zehmetiya yekem a vê koçberiya bi zorê, sînor bi riyên ji derveyê fermiyetê derbaskirin bû. Em diçûn, ber birayên xwe yên ku sînor danîbûn di navbera me û wan de. Bi hêviyên mezin û bi hêstên xwe yên bi jiyanê ve dagirtî ve diçûn.
Lê pir derbas nebû, me dît ku yên ku em bi salan e bira dizanin, di rastiyê de ne birayê me ne. Em li Bakûrê Iraqê bûn, li Zaxo bûn, me xwe li wir dît. Em hatibûn li gel birayên xwe. Me wisa dizanibû ku deshilatdarên wê demê wê hemêza xwe ji me re vebike, lê wisa nebû, jixwe gelê li wir jiyan dikir bi xwe jî di asteke pir perîşan de bû. Dema em ketin di nav fikara em ê çi bikin, çawa jiyan bikin? Wê demê alîkarî ji aliyên birayên me yên biyanî ku me digot, ‘tu car ew alîkariyê nadin me’ ve hat. NY’yê kon vedan û zad dan wê civaka ku perîşan bûye. Ev demekê berdewam kir. paşê, NY’ê em komî gel hev kirin, em li wargeha Ertûşê bi cih bûn û me li wir jiyan kir.
GER HÛN BIPIRSIN YA HERÎ JI WE RE ZEHMET DIHAT ÇIBÛ?
Ya herî zehmet, di mala birayê xwe de wekî biyanî mayîn, yê ku me wekî bira didît tu alîkarî nedît, vê pir em diêşandin. Tenê kesên ku jiyan kiribê jiyana wargehê çi ye dizane. Rixmê ku em di nav van zehmetiyan de bûn, PDK’ê li derdorên wargehê noqteyên kontrolê danîn û ketin derketina ji wargehê hildabûn bin kontrolê. Bê destûra wan me nikaribû tu tiştekî bikin.
Li me, li birayên xwe yên qedîm bi çavên dijmin mêze dikirin. Her tim destê alîkariyê ji aliyên biyaniyan ve dirêjê me bû. PDK’a ku alîkarî neda me, vê carê jî alîkariyên ku ji me re dihat dest danî ser û ambargo da ser wargehê. Bi birçîbûyînê em di nav lepê mirinê de hiştin. Zehmetiyên ku tu mirov nayne serê mirov bi me dan jiyan kirin. Negotin ev zarok e, jin e, pir e, kal e û xwestin her kesî bi birçibûnê ve terbiye bikin. Du meh bi temamî yanî 60 rojî tu destê alîkariyê dirêjê me nekirin. Em li hember van kirinan matmayî mabûn. Li hember nexwaşan, nalîna zarokan me nizanibû em ê çi bikin. Em di nav êş û azarek mezin de bûn. Na, pêwîst bû ne wisa bûya. Me ev heq nekiribû. Pêwîst bû em xwe bi xwe tiştekî bikin. Ji ber ku em mirovên ku debara xwe bi xwezayê dikirin bûn, me bi berhemên xwezayê û tiştên mane, di nav hev de parve kirin û bi vî awayî hewl da ku li ser lingan bimînin. Lê jixwe di destê me de zadek wisa pir jî tunebû. Berû û gihayê ku me kom dikir bi vî me debara xwe dikir. Ji her tiştî wêdetir zarok, ax ew nalîna zarokan, we tu carî ev heq nekiribû. Kê xeyalê we temirand, kê av rijand li ser agirê wargeha we, kê agir berda landika we, ew ê bi vî êşê ve mezin bibûyana, ya herî zehmet û bi êş jî ev e.
Me destûr ji qeymeqaymê wê demê Seyîd Hisên girt û derbasî cihekî girêdayî wir ê bi navê Mistuk bûn. Alîkariya zad dihat kirin. Şekir, rûn, nok, sabûn û ardên ku didan me debara xwe dikir. Êdî hêdî hêdî em fêrî jiyana koçberiyê dibûn. Hin kesan kar ditîtin û kar dikirin. Bi vî awayî me jiyana xwe berdewam dikir. Di mala birayê xwe de bûyîna mihacir, ji me bêtir kes nizane. Me ev ji bîr nekir û em ê vê tu carî ji bîr nekin, bê guman roja tolhildanê jî wê were. Em nebin jî zarok, ax ew zarok, wê vê tolê hildin. Dîrok, wê tu carî vê neheqiyê ji lênûsa xwe ya bîranînan heşibîne.